Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî: Aboriya kûreyî di bin gefê de ye

Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ji bo Rojhilata Navîn hişyarî da û got, “Aboriya kûreyî îro di bin gefeke pir mezin de ye.”

Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) Fatîh Bîrol têkildarî krîzeke enerjiyê ya muhtemel hişyarî da.

Fatîh Bîrol ragihand ku ji ber gurbûna şerê li Rojhilata Navîn û bandora wê ya li ser hilberandina petrola kûreyî, di salên dawî de cîhan ber bi yek ji krîzên enerjiyê ya herî xirab ve diçe.

Fatîh Bîrol ev rewş weke ‘pir xeter’ pênase kir û destnîşan kir ku di rojê de nêzî 11 milyon varîl petrol di piyasê de kêm bûye.

Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ragihand ku şer zirarên cidî daye binesaziya enerjiyê.